Balafira jet diçû Tripoliyê ket û serokerkanê Lîbya tê de 5 kes mirin

Dîroka Weşanê :
Balafira jet diçû Tripoliyê ket û serokerkanê Lîbya tê de 5 kes mirin

PeyamaKurd – Balafira jet ya ji balafirgeha Esenboğa Ankara bi hewa ket ku di çû Tripoli ya Lîbyayê, ya tîpa Falcon 50 jet ya taybet, nêzî navça Haymana ya Ankara ket.

Di balafirê de serokerkanê artêşa Lîbyayê AL-Haddad hebû ku bi temamî 5 kes bûn. Enqaza balafirê li navça Haymana li nêzî gundê Kesikkavak hat dîtin. Hat gotin ku piştî jet bi hewa ketiye demek di şûnde elektrîka wê ariza kiriye.

Lîbyayê ragihand ku her kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane. Seha balafirgeha Esenboğayê û Ankara bo balafiran hat girtin û berê balafiran didin bajarê Kayseriyê.

Hat gotin ku ajotvanê balafirê bo rayedarên balafirgeha Esenboğayê agahî daye ku di elektrîka balafirê de ariza heye û dê dagere balafirgehê û ketine ser rêya dagerê bo Esenboğayê lê balafir ketiye.