PeyamaKurd – Fermandarê seha leşkerî yê rejîma Beşar Esad Gassan Nasen es-Suhni, bi sedema pirsgirêka peran li Lubnanê li devera Keserwanê hat kuştin. Kesê di kuştina Suhni de rol leyîstiye hat girtin.
Artêşa Lubnanê rûdanê ragihand ku Suhni li devera Keserwanê li bajarokê Kefer Yasînê hatiye kuştin. Di encama xebata rêvebiriya îstîxbarata artêşa Lubnanê de, kesê ku ew bi xwe Suhni kuştiye yê bi navê V.D. ku hemwelatiyê Sûriyêye hatiye girtin.
Hinek kesên rejîma berê yên Sûriyê piştî roxandina rejîma Esad çûne Lubnanê ku Suhni yek ji wan e û bi sedema pirsgirêka darayî an ku peran hatiye kuştin.