Soygu fermana lêdana bi çekên hesas ên pêsketî da

Soygu fermana lêdana bi çekên hesas ên pêsketî da

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, pişkinîna hêzên li Rojhilatê Ukraynayê kir û fermana ku bi çekên pêşketî yên xwedî hesasiya zêde li armancên Ukrayna bidin, da.

Li gordî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Şoygu di dema pişkinîna hêzên Rojhilat de, bal kişandiye ser ku şiyanên êrîşkirinê hîn zêdetir bikin û ferman daye wan hêzan ku artêşa Ukraynayê bi moşekên dûravêj topavêjin menzîldirêj û bi hesasîyeta zêde bikin armanc.

Hefteya borî jî Şoygu, serdana hêzên Başûr û Navendê yên li Ukraynayê kiribû û fermana zêdekirina êrîşan dabû wan.

Hêjayî gotinê ye, êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dewam dikin û niha şerên herî tund li herêmên Rojhilat ên Donbassê rû didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin