PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar a îro 3yê Çile bi ser bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê de, 2 kesên sivîl birîndar bûn.
Topbarana bajaroka Eyn Îsayê îro dîsa dest pê kiriye û artêşa Tirk û komên çeçkdarên bi ser wê ve, bê navber derdora navenda bajaroka Eyn Îsayê û cihê Lîwaya 93an topbaran dikin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, di encama topbaranê de jineke bi navê Letîfa EL-Şedad (45 salî) û ciwanê bi navê Qusey Hesen (23 salî) birîndar bûn.
Herdu birîndar bo nexweşxaneyên Eyn Îsayê hatin veguhesti.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku topbaran heta êvarê jî berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin