PeyamaKurd – Yek ji damezrînerê AKPê Kemal Albayrak jî di nav de hejmarek AKPiyên berê nerazîbûn nîşanî îtirazên AKPê yên ji bo encamên hilbijartinê yên Stenbol, Enqere û çend bajarên din nîşan dan.
Li gor nûçeya Arti Gerçekê hejmarek damezrîner û AKPiyên berê biryar standin ku bangewaziyekê li rêveberên AKPê bikin daku ji bo encamên hilbijartinê li gorî hiqûqê tevbigerin.
Hat zanîn ku AKPiyên berê piştî serketina namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu li Stenbolê ev biryar wergirtine û dixwazin balê bikişînin ser ku AKP peyama gel a ser sindoqê rast şîrove bike û binirxîne.
Hêjayî gotinê ye, ji bilî Kemal Albayrakê yek ji damezrînerê AKPê, serokê berê yê Navenda AKPê Abdurrahim Karsli û çend kesayetên din ên damezrînerên AKPê vê bangewaziyê dikin, lê dem û tarîxa ku daxuyaniyê bidin hîn eşkere nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin