Endameke Lijneya Yasayî ya Parlamenê: Meha pês dê yasaya çaksaziyê were bicîhanîn

Endameke Lijneya Yasayî ya Parlamenê: Meha pês dê yasaya çaksaziyê were bicîhanîn

PeyamaKurd - Endama fraksiyona PDKê û Endama Lijneya Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, tu hewldanekî siyasî nabe rêgir bo bicîhanîna yasaya çaksaziyê, ku di meha pêş de dê bikeve warê bicîhanînê.

Endama Lijneya Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Xedîce Omer Mizurî ragihand: “Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê meha Nîsan a îsal ji bo bicîhanîna yasaya çaksaziyê erkdariyên pêwîst amade kir.”

Her wiha Mizûrî got, li gor erkdarkirinên hikûmetê divê destpêka meha Tîrmehê ya îsal de yasaya çaksaziyê bikeve warê bicîhanînê de.

Xedîce Mizurî got, ti hewldaneke siyasî nabe asteng bo bicîhanîna yasaya çaksaziyê, ji ber Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi îradeyekî bihêz ve dê yasayê bicîh bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin