Newsweek: Milîsên Iraqî dîsa gefa êrîşan li hêzên Amerîka dixwin!

Newsweek: Milîsên Iraqî dîsa gefa êrîşan li hêzên Amerîka dixwin!

PeyamaKurd - Kovara Newsweek a Amerîkî nûçe-analîzek li ser milîsên iraqî yên Îran piştevaniya wan dike belav kir ku bi hinceta şerê Xeze yê bûye sedema krîzeke mezin li Rojhilata Navîn gefa ji nû ve êrîşkirina ser hêzên Amerîkî dixwin.

Hêjayî gotinê ye, êrîşên milîsên bi navê Eniya Berxwedana Îslamî piştî êrîşa ser bargeha Amerîka ya ser sînorê Urdin-Sûriyê ku Amerîkayê jî bersiveke tund dabû, rawestiyabûn.

Niha ji nû ve bi hinceta ku Amerîkayê hêzên xwe ji Iraqê venekişandine bang û gefên êrîşkirina ser leşkerên amerîkî yên li Sûriye û Iraqê tê kirin.

Li gorî Newsweekî bi taybet piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û kuştina lîderê Hizbullahê Fuad Şukrî li Beyrûdê hêrsa komên milîs zêde bûye.

Daxuyaniyên tolhildanê zêde bûn

Piştî herdu sûîqestan komên Berxwedana Îslamî yên Iraqê daxuyaniyên tolhildanê didin ku serokê Tevgera Nuceba Şêx Elî el-Esedî ji bo hêzên Amerîka yên li Iraqê dibêje, ev hêza deryasayî  û nemeşrû li Iraqê derveyî agahdariya hikûmetê sûîqestan dike û mafê ku wan hêzan ji Iraqê derxin dide wan.

Esedî daye xuyakirin ku hebûna Amerîkayê li Iraqê piştî biryara parlamentoyê neyasayî ye û bi hinceta Peymana Çarçoveya Stratejîk mayîna wan jî bi sedema ku hêla asmanî binpê dikin, li derveyî yasayên navdewletî ye.

 “Amerîkayê derbarê vekişînê de ti planek ranegihandiye”

Bi qasî 2 hezar 500 leşkerên Amerîkî bi misyonên perwerdeya leşkerî û şêwirmendiyê li Iraqê hene ku ji bo çarenivîsa wan hêzan hevdîtinên Peymana Çarçoveya Stratejîk di navbera Washington û Bexdayê de dest pê kirine.

Heta niha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ti planek li ser vekişîna wan hêzan ranegihandiye û vê yekê jî hiştiye ku agirbesta nefermî ya komên milîs bidawî bibe.

Rayedarên Amerîkî îdia dikin ku di çend rojên dawî de, ji aliyê dronên nasnameya wan nediyar ve êrîş li ser hêzîn wan ên Iraqê hatine kirin.

Rayedarekî Amerîkî li ser êrîşa Amerîka ya ser baregeha Heşda Şeibî ji Newsweekê re gotiye, “Amerîkayê bi mebesta parastinê li Babîlê êrîşek li ser milîsên ku xwe ji êrîşa hêzên Amerîkî re amade dikirin, kiriye. Em mafê xweparastina rewa bikar tînin û em ê di bersivdanê de dudilî nebin.”

“Aliyê Iraqê ji êrîşê hevpeymanî berpirsiyar girt”

Hevdem koma Ketaîbî Hizbullah (Hizbullaha Iraqê) ku komeke ji Berxwedana Îslamî ye, balafirên bêmirov ên Amerîkayê li serdanvanên hatine Kerbelayê xistine. Wan hêzên milîs êrîş şermezar kir û banga vekişîna hêzên Amerîkayê kir.

Iraqê hevpeymanî tawanbar kir

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl jî derbarê êrîşê de got: “Hêzên hevpeymaniyê tawaneke qirêj kir û êrîşeke eşkere pêk anîn. Wê ev binpêkirinên bêhesab û giran ên li Iraqê, hewlên bo têkoşîna dijî DAIŞê lawaz bikin û xeteriya ku Iraq û tevaya herêmê ber bi şeran ve bibe heye. Ji lewra jî em hêzên hevpeymaniyê ji encamên vê çalakiya êrîşkariyê berpirsiyar dibînin.”