PeyamaKurd- Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê germ dibin, êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdan careke din derketin lûtkeyê. Ev pêvajo ku bi mebesta çekberdana PKK’ê tê meşandin, di bin siya provokasyonên nijadperest de derbas dibe.
Ev çend roj in di medyaya Tirk a nêzîkî opozîsyonê de, nûçeyên li ser qatilê salên 90’î Mahmut Yıldırım ku bi nasnavê "Yeşîl" tê naskirin, bi her awayî têne belavkirin. Heta hat îdîakirin ku kesekî li ser navê "Yeşîl" bi rêya telefonê têkiliyê bi rojnamevanekî Tirk re daniye û derbarê kuştinên kiryar-nediyar ên li bajarên Kurdan agahiyên balkêş dane. Yeşîl, wekî tetikêşê JÎTEM’ê û bi otomobîlên "Torosên Spî" wekî sembola revandin û bêserûşûnkirina Kurdên welatperwer tê bîranîn.
Dijberên pêvajoya çareseriyê ji bo astengkirina xebatên parlamentoyê û pêngavên yasayî, nijadperestiya li dijî Kurdan sor dikin. Her çiqas ev êrîş di bin navê "dijberiya PKK’ê" de werin kirin jî, rasterast gelê Kurd, ziman, nasname û statuya wan dikin hedef. Armanca van kirinên şovenîst ew e ku daxwazên rewa yên neteweyî bifetisînin.
Li aliyekî zindîkirina navê "Yeşîl" û li aliyê din jî hedefgirtina sembolên siyasî yên Kurd berdewam dike. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, di pêşbirkeke futbolê de rastî çêr û heqaretên giran ên komek alîgirên Bursasporê hat. Ev koma ku berê jî bi kiryarên xwe yên şovenîst dihat naskirin, bi vî awayî careke din kîna xwe ya li dijî îradeya gelê Kurd nîşan da.
Lê belê ev êrîş bû sedema bertekeke mezin û yekîtiyeke bêhempa. Kurd bi her reng, îdeolojî û partiyên xwe piştgiriyeke tam dan Leyla Zana û ev heqaret wekî êrîşeke li ser tevahiya rûmeta Kurdan pênase kirin. Herwiha hiqûqnas û parêzerên Kurd li Bakurê Kurdistanê ketin tevgerê daku dozê li wan kesên zimançepel vekin û werin cezakirin.
Bûyerên dawî nîşan didin ku zêdebûna nijadperestiyê, cudahiyên nav gelê Kurd ji holê radike û wan li ser xeteke neteweyî nêzî hev dike. Bikaranîna navê kujeran û heqaretên li ser nûnerên gel, wekî "frena" li ber pêvajoya aştiyê tê dîtin. Niha bi yekdengî bang li dewletê tê kirin ku li dijî van kirinên nijadperest helwesteke hiqûqî ya zelal nîşan bide daku zemîna baweriyê ava bibe.