PeyamaKurd – DYA givaşê danî ser 2 dadgerên Dadgeha Cezayê Giran ya Navdewletî
Rêvebiriya DYAyê bi sedema ku Îsraîlê sûcên şer kiriye û di dadgeha cezayê giran ya navdewletî de 2 dadger reda îtîraza Îsraîlê kirin, wan xist lîsta dorpêçan.
Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku her dû dadger Gocha Lordkipanidze û Erdenebalsuren Damdin bê riza Îsraîlê tevlî lêpirsîna Îsraîlê bûne.
Marco Rubio, li ser biyara dorpêça ser her dû dadgerên Dadgeha Cezayê Giran ya Navdewletî ragihandina xwe bi nivîskî kir.