Îspanya 100 heb helîkopteran bo artêşa xwe dikire

Dîroka Weşanê :
Îspanya 100 heb helîkopteran bo artêşa xwe dikire

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îspanyayê bo hêzên hewa-feza, hêzên deryayê û bejahiyê 100 helîkopteran dikire. Wezaret bo kirîna helîkopteran 4 peyman îmza kir.

Budça peymanan 4 milyar Avroye û teslîmatên wan wê di navbera salên 2027-2031an de bibe. Fermiyeta kirîna helîkopteran ji aliyê Airbus Helicopters û wezareta bergiriyê beşa DGAMê de hat kirin.

Serokê Airbus Helicopters yê Îspanya Fernando Lombo, li bajarê Albacete di fabrîkê de civîna çapemeniyê kir. Lombo bi egera peymanan got ku bo hêzên hewa û hêzen fezayê 12 heb "H135", 6 heb "H175M", 12 heb "NH90", bo hêzên deryayê 1 "H135", 6 "NH90", bo hêzênn bejayiyê 50 heb "H145M" û 13 heb "NH90" helikopter dê bikirin.

Ev veberhênana Îspanyayê stratejîke û bo hêza artêşa Îspanyayê zêde bike tên kirîn.