Qendîlê pistrast kir: HDP ne partiyeke Kurd e!

Qendîlê pistrast kir: HDP ne partiyeke Kurd e!

PeyamaKurd - Di navbera Qendîlê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, dubendîya li ser mijara pirsa Kurd û car caran jî ji aliyê hin rêveberên wê ve xwe nîşandana wekî partiyeke nûnertiya Kurdên Bakurê Kurdistanê dike dewam dike.

Ev dubendiya heyî, ji dema dûrxistina gelek endam û rêveberên HDPê yên bi derxistina pêş a Kurdayetiyê derdiketin pêş ve, dihat zanîn.

Heta çend meh berê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ew dubendiya heyî anîbû ziman û gotibû, "Ocalan ji peyamên Demirtaş ne xweş e. Di destê me de agahiyeke wiha heye loma dibêjim.”

HDPê piştî van gotinên Erdogan ku ketibûn rojevê xwe kerr û lal kiribû ku ev jî nîşaneyeke wê dubendiya ligel Qendîlê bû.

**

Lê belê daxuyaniya herî balkêş ya li ser nakokiyên navxweyî ji Qendîlê ango ji Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKKê Nurettîn Demirtaş hat. Demirtaş di nivîsa xwe ya Rojnameya Yenî Ozgur Palîtîkayê de ku rojnameyeke bi ser PKKê ve ye, bi awayekî eşkere HDP rexne kir ku xwe wekî ‘Partiyeke Kurd û Nûnera Kurd’ nîşan dide.

Nurettîn Demirtaş di nivîsa xwe de HDPê bi tundî rexne dike û wiha dibêje:

 “…. Pêwîst e em eşkere bibêjin: Nîşandana HDPê wekî Partiyeke Kurd û nûnerên wê jî wekî nûnerê Kurdan nîşandan ango tenê di nav Bakurê Kurdistanê de hiştina wê senaryoyeke AKP jî li ser dixebite ye û heta radeyekê bi ser jî ketiye. Ev kemîna herî mezin a siyasî ye ku di serî de li ber gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye danîn. Heger li bernameya HDPê bê nihêrtin, wê bi awayekî zelal bê xuyakirin ku HDP ne ‘Partiyeke Kurd e’ û nûnerên wê jî ne xwediyê wê misyonê ne.

Helbet normal e di çarçoveya vê perspektîfê de bibêjin, pirsa sereke ya vî welatî Pirsa Kurd e. Lê belê dema vê bikin jî tiştekî şaş e ku HDPê wekî partiyeke Kurd û nûnera Kurdan pêşkeş bikin.

Ji Amedê heta Stenbol û Enqerê nirxandinên ji her astê yên endam û rêveberên HDPê ku wek partiyeke Kurd wê nîşan didin, fikaran zêde dike. Ger tedbîr neyên standin wê ev şaşî her berdewam bin û neyên serastkirin.”

Ev nivîsa Nurettîn Demirtaş a ku HDPê rexne dike kete rojevê û bi vî awayî Qendîlê jî piştrast kir ku HDP ne partiyeke Kurd e.

**

HDP bêdengiya xwe ya bo van daxuyaniyan ku di demeke ku li Tirkiyê rojeva hilbijartinê heye û di maseya şeş qolî de cih nedane wê de didomîne.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar herî dawî di vekirina civîna Meclîsa Partiyê ya HDPê de got: ‘Em ji bo Tirkiyeya Demokratîk tên. Em ê dahatuya demokratîk a vî welatî û hêviya aştiyê li ser lingan bihêlin.”

Bi awayekî eşkere HDP bi xwe jî dibêje, ew ne partiyeke Kurd in û diyar e ji bo hişmendiya netewî ya Kurd entegreyî sîstemê bike hatiye damezandin. Di rewşeke wiha de, şaşiyeke mezin e ku Kurd jî wê wekî partiyeke Kurd qebûl bikin û wisa hest pê bikin.

“Senaryoya maseya 6 qolî ne tiştekî nû ye”

Dema em lêkolîneke biçûk jî bikin, em ê bibînin ku gelek dengên nav HDPê bi xwe tînin ziman ku ew ne partiyeke Kurd in.

Wek mînak; destpêka sala borî Parlamentarê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu li parlamentoyê bang li AKPê kiribû û gotibû, “Em ne partiyeke Kurd in!”

Bi heman awayî gelek parlamentarên HDPê jî bilêv kiribûn ku HDP bi tena serê xwe ne nûnera Kurdan e.

Îro qebûlnekirina HDPê bo maseya 6 qolî jî ne tiştekî nû ye. Bulent Arinç sala 2015an dema rexne li HDPê digirt gotibû, “Di parlamentoyê de 4 partî hene, 3 ji wan dibêjin, em bi HDPê re şirîkatiyê nakin. Ger tu nayê xwestin, nayê hezkirin jî. Lewra di destê te de çek, gef û fişar heye.”

Rewşa nexwestina HDPê her çiqas li ser navê Kurdbûnê bê nîşandan jî mesele tenê ne girêdayî wê ye.

Belî rast e ku HDP di xuyangê de piştevaniya Kurdan dike, lê di bername û danezana xwe ya fermî de, ne partiya Kurdan e, partiya gelan e.

***

“Haya Qendîlê ji HDPê heye!”

Helbet haya Qendîlê ji vê rewşê heye ku aciziya xwe ya ji polîtîkayên rewa yên HDPê bi awayekî zelal rexne dike.

Nurettin Demirtaş di nivîsa xwe de gotiye, “Ger tedbîr neyên standin wê ev şaşî her berdewam bin û neyên serastkirin.”

Divê ev gotinên Demirtaş ku rewşa HDPê ya siyasî radixe pêş çavan werin şîrovekirin û analîskirin.

Demirtaş dîsa dibêje, “Pêwîst e em eşkere bibêjin: Nîşandana HDPê wekî Partiyeke Kurd û nûnerên wê jî wekî nûnerê Kurdan nîşandan ango tenê di nav Bakurê Kurdistanê de hiştina wê senaryoyeke AKP jî li ser dixebite ye û heta radeyekê bi ser jî ketiye.”

Herwiha pêwîst e ev rexneyên Demirtaş ên herî zêde bal kişandiye ser jî ji rojevê nekevin.

Dema em bînin bîra xwe, meha Tîrmeha sala 2014an Cîgirê Serokwezîr ê wê heyamê Beşîr Atalay li ser pêvajoya çareseriyê axaftinek kiribû û gotibû, “HDP, bi fermana MÎTê hat damezrandin.”

**

Di rewşa îroyîn de, dema em lê temaşe dikin hema bêjin di nav HDPê de parlamenterên Kurd jî nînin. Piraniya wan yan hatin tasfiyekirin yan jî sirgunkirin. Partiya niha jî ji çepên Tirk û aliyên ku xwe bi awayê demokratîk bi nav dikin re maye.

Qendîl vê rewşê baş dibîne û li gorî wê jî bi awayekî zelal rexne dike. Herwiha bang li Kurdan jî dike û dibêje, tiştekî şaş e ku ‘HDP wek partiyeke Kurd û nûnerên wê jî wek nûnerên Kurd’ werin nîşandan.

“Divê partiyên Pro-netewî yên Kurd hemleyekê bikin”

Pêwîst e medya Kurd û girseya ku tim Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rexne dike, hinekî jî guh bidin van daxuyaniyên Qendîlê û HDPê rexne bikin.

Dibe ku Kurd bêyî haya wan ji hin polîtîkayan hebe, bi awayekî hestiyarî dengên xwe didin HDPê, lê divê medya Kurd û entelektuelên Kurd jî di vê derbarê de gav bavêjin û rexneyên Nurettîn Demirtaş bigihînin civaka Kurd.

Çawa ku eşkere ye HDP ne partiyeke Kurd e, divê êdî partiyên ‘pro-netewî yên Kurd’ jî li şûna rexneyên HDPê yên li dor maseyan, bi partiyeke nû yan jî bi polîtîkayeke nû derkevin meydanê û ‘nasnameya berê ya Kurdan’ li wan vegerînin.

Çimkî ev erk û berpirsiyarî berî her kesî dikeve ser milê kurdên netewperwer ango ev ne karê HDP ya partiya gelan e!!

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin