PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ku rêkeftina Rûsya-Tirkiyê ne peymanek e, tenê rêkeftina bîrxistinê (muhtire) ye.
Peskov li ser pirsa rojnamevanan got, "Heger em li di peymanekê de li pêbaweriya hevdu binêrin, ya yekem ev ne peyman e, rêkeftineke bîrxistinê ya navbera serokên herdu dewletan de ye. Ya duyem, divê bibîr bixim ku rewşa Kurdên êdî muhtemel e baweriya wan bi sozên hevpeymanên xwe yên nêzîk nemaye jî bidim zanîn, bes e bawerim.”
Peskov got ku tekane mebesta Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ew e ku çareseriya siyasî pêk were, yekîtiya erda Komara Sûriya Erebî û serweriya wê were dabînkirin ku hemû hewlên têne kirin ji bo wê ne.
Berdevkê Kremlinê herwiha bibîr xist ku Rûsya bi awayekî meşrû li Sûriyê ye û divê hemû hêzên biyanî (Tirkiye-Amerîka) ji Sûriyê derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin