Bilgenê ku li Qersê bi ser ket: Qersê qezenc kir!

Bilgenê ku li Qersê bi ser ket: Qersê qezenc kir!

PeyamaKurd - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, namzedê HDPê Ayhan Bilgen bi ser ket: “Ev hilbijartinek bû, Qersê qezenc kir, me bi hev ra qezenc kir.”

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinan li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, namzedê HDPê Ayhan Bilgen bi ser ket. Bilgen got,  “Ev hilbijartinek bû, Qersê qezenc kir. Me kurdan, li gel tirkan, azerîyan û terekemeyan bi hev ra qezenc kir. Ji dêstpêkê ve me got, em dê qezenc bikin û me qezenc kir, Qersê qezenc kir. Wekû me gişan qezenc kirîye, em pîrozbahîyan bikin.”

Bilgen, “Em dê tu kesî li devre nehêlin, em dê cudakariyê nekin, em dê kesî piçûk nebînin. Em dê bikin ku kesên ku îftîra avêtin me, bidin şermê. Ev hilbijartinek bû, Qersê qezenc kir, me bi hev ra qezenc kir.”

HDP LI ÎDÎRÊ BI SER KET

Ji alîyê din ve, li Îdirê namzedê şaredariyê Îsa Yaşar Tezel ku AK Partî, MHP û ÎYÎ Partî piştgiriya wî dikirin, li gor encamên nefermî, li hember namzedê HDPê Yaşar Akkuş winda kir û HDP li Îdirê bi ser ket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin