PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê her diçe germahiya hewayê dikeve û bende ne ku îşev germahî dakeve (-7) dereceyan. Li bajêr camên erebe û xanyan bûz girtin.
Welatiyên Qersê dibêjin piştî barîna baranê camên erebeyan yekser cemedê girtine û hewa di bin sifrê de 7 dereceye. Bendene ku rojên pêşiya me de heman hewa bandora xwe dewam bike.