Germa bajarê Rihayê li bersiyê giha 48 dereceyî

Germa bajarê Rihayê li bersiyê giha 48 dereceyî

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê (Şanlıurfa) dereca germê giha 48 dereceyî. Ji ber germê li bajêr aramiyekî heye û kêm kes dertên derve. Ew kesên dertên derve jî li ber kaniyan û li parkên hînik xwe hînik dikin.

Li heman herêmê, li bajarê Dîlokê dereca germê giha 40 dereceyê, li bajarê Maraşê giha 35 derece û li bajarê Kîlîsê germ giha 34 dereceyî.

Dereceyên navborî yên li ber siyêne û li ber tavê ev derece 10 derece zêdetirê ber siyêne. Her weha dereca ku mirov hîs dike heye ku ji wan dereceyan gelek zêdetirê dereca normal e.