YNK: Em dixwazin li ser rêveberiyên Kerkûk û Nînowayê bi PDKê re li hev bikin

YNK: Em dixwazin li ser rêveberiyên Kerkûk û Nînowayê bi PDKê re li hev bikin

PeyamaKurd - Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî got, ew dixwazin bi PDKê re li ser pêkanîna rêveberiyên xwecihî yên Kerkûk û Nînowayê li hev bikin.

Beriya civîna îro 4ê Sibatê ya Polîtburoyên Partiya Demoktat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî ragihand, mijarên civîna îro ya YNK û PDKê, avakirina rêveberiyên xwecihî yên parêzgehan li Kerkûk û Nînowayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê ne.

Nêrweyî ji K24ê re gotiye: “Ev civîn di rewşa niha de girîng e û rewşa ewlehiyê ya navçeyê daxwaz dike ku YNK û PDK nêzîkî hev bibin.”

Endamê Serkirdatiya YNKê diyar kir: “Piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar da ku pêşî bi PDKê re bicive. Divê li ser avakirina hikûmetên xwecihî bi taybetî li Kerkûk û Nînowayê bi PDKê re em li hev bikin û piştre bi partiyên din re dest bi gotûbêjan bikin.”

Nêrweyî da zanîn: “Em dixwazin rewşa nebaş a Kerkûkê bidawî bibe û hikûmeteke nû bajêr birêve bibe û xizmeta hemû netewe û pêkhateyên bajêr bike.. Eger YNK û PDK yekrêz bin, baştir dikarin mafên rewa yên gelê Kurdistanê biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin