Sovyeta berê û Komkujiya Helebce: Dîroka înkarê

PeyamaKurd - 16ê Adara 1988an, li Helebceyê sûcekî mirovahiyê li dîrokê hate tomarkirin ku 37 sal berê li ber çavê hemû cîhanê 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Lê belê hinek aktorên wê demê ev hovîtî nedîtin û înkar kirin.
Helwesta Yekîtiya Sovyetê û sosyalîstên Kurd bo Helebceyê
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Rojhat Amedî helwesta Sovyetê di 37emîn salveger û bîranîna Komkujiya Helebceyê de anî rojevê. Amedî li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got, "Dema ku em komkujiya Helebçeyê bi bîr tînin; Yekîtiya Sovyetan digot, 'Sedam li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar neanî; ev îdia dereweke emperyalîst û çeteyên Kurdan e.' Di dirêjahiya dîrokê de û di roja me ya îro de jî Sovyet û Rûsyaya îro, di mijarên pirsgirêka Kurdî de heman nerîn bi Tirkiye û Îranê re parve kirine."
Ji bo parastina hevalbendê xwe Sedam Husên, di dema komkujiya Helebçeyê de gotin, "Sedam li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar neanî. Ev îdia dereweke emperyalîst û çeteyên Kurdan e." Di qonaxa ku em gihîştinê de, îro komûnîst û sosyalîstên Kurd ên ku li ber efendiyên Tirk çok dane, wê demê dema ku li pey şopa Sovyetan diçûn, ewqas bûbûn ker ku digotin, "Aliyê pêşverû yê Sedam ji yê Barzanî zêdetir e".
Halepçe katliamını anarken;
— Rojhat Amedî ☀️ (@Rojhat_Amedi) March 16, 2025
SSCB, “Saddam Kürtlere karşı kimyasal silah kullanmadı; bu iddia emperyalistlerin ve Kürt çetelerinin yalanıdır.”
Tarih boyunca ve günümüzde de Sovyetler ile bugünkü Rusya, Kürt sorunu konusunda Türkiye ve İran ile aynı görüşü paylaşmışlardır.… pic.twitter.com/3QjeF9rBei
Yekîtiya Sovyetê êrîşa kîmyewî ya Sedam înkar kir
Êrîşa kîmyabarana ku bi fermana dîktatorê rejîma berê ya Iraqê Sedam Husên pêk hat, yek ji mezintirîn komkujiyên kîmyewî yên dîroka modern tê zanîn. Herî kêm 5 hezar sivîlên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn. Lê belê, hinek dewletên zilhêz ên wê demê bi taybet jî Yekîtiya Sovyetê, ji bo parastina rejîma Sedam Husên, ev rastî înkar kirin.
Yekîtiya Sovyetê, piştgiriya siyasî dida rêveberiya Sedam û ev komkujiya mezin bi daxuyaniyên xwe fermî red kir.
Sovyeta sosyalît xwest dîrokê berevajî bike
Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst piştî êrîşê di daxuyaniyên xwe de got, "Sedam li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar neanî, ev îdia derewa emperyalîstan û çeteyên Kurd e" û dîrok bi vî awayî berevajî kir.
Çepgirên Kurd jî dane pey wê şopê
Rojhat Amedî bibîr dixe ku hinek derdorên çepgir ên ku di wê demê de şopa Sovyetan şopandin, di dema ku aliyê "pêşverû" yê Sedam Husên derdixistin pêş, trajediya ku gelê Kurd jiyabû paşguh kirin.
Piştî wan qonaxên derbas bûne îro jî komûnîst û sosyalîstên Kurd ên ku li ber efendiyên Tirk çok dane, wê dema ku gava li pey şopa Sovyetan diçûn, digotin: 'Sedamê dîktator ji Barzanî pêşverûtir e.'
Rûsya niha jî wê polîtîkaya xwe didomîne
Îro, dema ku Komkujiya Helebçeyê tê bibîranîn, ev helwestên berê jî dîsa têne rojevê. Rastiya ku Sovyet û Rûsyaya îro di pirsgirêka Kurd de polîtîkayeke hevpar bi Tirkiye û Îranê re dimeşîne, vê radixe pêş çavan ku ev yek berdewamiyeke dîrokî dihewîne.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




