PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser teqîna Silêmaniyê ku di xaniyekî de teqîna LPG ê çêbû, di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn, telefona parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebûbekir kir û jê agahiyan sitend.
Barzanî xwest li ser sedema teqînê lêkolîn bikin, bi qurbaniyan re eleqedar bibin û çi pêwist be bikin. Barzanî di rêya parêzer de sersaxiyê da malbatên qurbaniyan û ji birîndaran re şîfayê xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin