PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofisa Serok Barzanî hatin ragihandin, Serok Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Azim kir.
Di agahiyên ku ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Azim Musanna El-Samerayî û şanda ligel wî kir.
Hat diyarkirin ku di civîna hat kirin de rewşa siyasî ya giştî û herêmî û her wiha kêşeyên siyasî yên li Iraqê û kêşeyên li pêşiya proseya siyasî jî hin ji mijarên ku hatine guftûgokirin bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin