PeyamaKurd - Nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Akrê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Navenda Akrê) xuleke perwerdeya pîşeyî ya di warê çêkirina mêm û sabûnê de ji bo jinan bi dawî anî.
Ev xul li Navenda Civakî û Rewşenbîrî ya Celadet Bedirxan hat birêvebirin û di dawiya wê de bawernameyên beşdarbûnê di nav 17 jinên perwerdeya pratîkî temam kirine de hatin belavkirin.
Armanca sereke ya vê xulê geşedana jêhatîbûn û şiyanên jinan, hînkirina pîşeyeke nû, afirandina derfetên kar û piştgirîkirina serxwebûna wan a aborî ye.
BCFê di çarçoveya piştgirîya karîn û derfetên jiyanê yên welatiyan de, bi taybetî li kampên aware û penaberan, li ser lidarxistina xulên perwerdeyê yên pîşeyî berdewam e.