PeyamaKurd- Serokê weqfa Barzanî Mûsa Ahmed îro bo çapemeniyê ragihand ku bi wezaretên Kurdistanê re xebatên hevbeş dikin da di herêma Kurdistanê de, di temamên zîndanan de pirtûkxane bên vekirin. Mûsa Ahmed weha got:
“Ev demeka dirêje me dixwest vê projeyê bicîh bikin. Lê bi sedema ku di herêma Kurdistanê de astengî hebûn, em mecbûr man projeya xwe bipaş de bixin.”
Serokê weqfa Barzanî di beyana xwe de got ku di zîndana jinan û di zîndana zarokan de yên Hewlêrê de, 5 hezar pirtûk hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin