PeyamaKurd - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku Komara Îslamî ji bo veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û ewlehî, pêleke nû ya darvekirin û tepeserkirina girtiyên siyasî, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, daye destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê, ev darvekirin û zextên li ser têkoşeran bi armanca tirsandina civakê û parastina desthilatdariya rejîmê tên kirin.
Hevpeymaniyê bal kişand ser hincetên rejîmê û diyar kir ku sêdaredana kesên bi tohmetên "sîxurî" an "şerê çekdarî" tên tawanbarkirin, amûreke tolhildanê ye li dijî gelê mafxwaz. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civaka navnetewî divê van kiryaran ne tenê wekî binpêkirina mafên mirovan, wekî "tawanên şer" û "tawanên li dijî mirovahiyê" pênase bike.
Hevpeymaniyê hişyariyeke tund da ku her danûstandin an agirbestek bi Komara Îslamî ya Îranê re, heke bi rawestandina darvekirinan ve neyê girêdan, dê bibe sedema berdewamkirina siyaseta kuştinê û dirêjkirina temenê rejîmê.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li Neteweyên Yekbûyî, Parlamena Ewropayê û hikûmetên demokratîk hat kirin ku guşarên siyasî û dîplomatîk li ser Tehranê zêde bikin û vê pirsê bikin mijareke bingehîn a qada navneteweyî. Her wiha bang li gelan û hêzên opozîsyona Îranê hat kirin ku bi yekrêzî li dijî siyasetên rejîmê rawestin.