Feylezofê Alman Habermas koça dawî kir

Feylezofê Alman Habermas koça dawî kir

PeyamaKurd – Feylezofê naskirî yê Alman Jürgen Habermas, di 96 saliya xwe de li bajarê Starnbergê jiyana xwe ji dest da. Habermas yek ji nûnerên Dibistana Frankfurtê bû di seha felsefe û civaknasiyê de para wî ya zêde heye.

Ajansa xeberan ya Almanya (DPA), binkeya xebera xwe bir ser weşanxana Suhrkampê û got ku filozof û civaknas Habermas îro li bajarê Starnbergê koça dawiyê kiriye.

Habermas di sala 1929an de hatiye dinyayê, di sala 1961an de bûye doçentê zankoya Marburgê, di salên  1961-1964an de dersên felsefe li Heidelbergê daye.

Paşî di sala 1964an de li zankoya Frankfurt (am Main)ê bû serokê beşa felsefe û civaknasiyê. Di salên 1971-1981an de li Starnbergê rêvebiriya Enstituya Max Planckê kiriye.