PeyamaKurd- Gol a Qulinga an ku bi navekî dinê Gol a Keşîs di dema Ûrartûyan de, di bilindahiya 2 hezar û 545 metreyî de, di navbera bajarê Wanê û navçeya Gurpinarê de, li ser çemekî biçûk ji aliyê qral Rûsa yê 2 yem yê Ûrartûyan de hatibû avakirin. Temenê golê li dora 2 hezar û 800 saliye. Sedema ku gol ziwa bûye ew e ku îsal baran kêm bariye û têra golê av tê de neciviya ye.
Gol ji navenda bajarê Wanê bi qederê 30 km dûr e. Tê de hinek av heye lê ne bes e. Ji golê di havînan de avdanî jî tekirin lê ne bi awayeka rêkûpêk têkirin. Gol bi hezar salaye ku rawestgeha balindeyên koçbere, bi taybetî ya qulinga ye. Di golê de hinek cûreyên masiyan jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin