Ji bo qralê Norweçê Herald ê 5em merasima cenaze hat kirin

Ji bo qralê Norweçê Herald ê 5em merasima cenaze hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Oslo payîtexta Norweçê bi sedema koça dawiyê ya qral Haradlê 5em, merasima cenaze hat kirin; li seranserê welat ji bo deqeyekî rêzgirtin hat kirin û piştî merasima dînî ya li katedralê, cenazê wî birin Kela Akershusê û li goristana abîdewî defin kirin.

Qral Haraldê 5em di 89 saliya xwe de wefat kiribû û bi merasima dewletê jî hat defin kirin. Di merasimê de nûnerên malbatên qraliyetê yên Brîtanya, Îspanya, Îsweç, Danimarka û Japonya hebûn. Her weha rayedarên dewletên dinyayê weka Zelenskiy û gelek kesên din hebûn.

Polîsê Norweçê gelek tedbîrên tund sitend, piştî defna cenaze 13 roj bû ku ala Norweçê daxisitibûn nîvî lê piştî defnê car din alê bilind kirin. Li seranserê Norweçê ji bo 1 seetekî zengilê temamê dêran lê xistin.