DYA: Merasima cenazeyên leşkeran dê bi dizî bibe

DYA: Merasima cenazeyên leşkeran dê bi dizî bibe

PeyamaKurd – Koşka Sipî ya DYAyê û Wezareta Şer ya DYAyê (Pentagon) biryarê dan ku dê ji niha û pê de, leşkerên DYAyê yên di şerê Îranê de tên kuştin; ji bo bandora merasimên wan li ser raya giştî ya DYAyê çênebe, dê bi dizî merasiman bikin.

Di wexta merasima cenazeyan de wê kamera nekevin seha merasiman.

Li Rojhilatê Iraqê balafira Amerîkayê ya tîpa KC-135 Stratotanker ketibû û tê de 6 ajotvanên hêzên hewayî miribûn. Ji bo tevlî merasima cenazeyan bibe, Trump ji Koşka Sipî bi helîkopterê ket ser rê. Bi Trump re wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth hebû.

Cenazeyên her 6 ajotvanên balafirê birine balafirgeha li Delaware, baregeha hêzên hewayî Doverê. Trump û Hegseth çûn da tevlî merasimê bibin û merasim bo raya giştî nehat ragihandin û gelek bi ewlehî çêbû.

Sedema ketina balafira navborî heya niha nehatiye ragihandin. Kes nizane bi sedema ariza teknîkî ye an di êrîşê de hatiye xistin.

Di şerê bi Îranê re, leşkerîn ku can dane an yên ku can bidin, dê merasima wan ji bo raya giştî girtîbe, kamera nekevin sehayê û dê dîmen ji bo çapemeniyê nên kişandin.

Sedema qedexeyê jî ew e ku morala leşkeran bilind bigrin û şer bandora hissî li ser milletê neke.