PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li navçeya Besniyê cotyarê ku di nava erdê xwe de dixebitî mozayîkeka nû dît. Mozayîk ya dewra împaratoriyeta Bîzansiya ye. Tesbîta mozayîkê ji aliyê karmendên muzexane ya Semsûrê de hat kirin û xistin bin parastina muzexanê.
Ciyê ku mozayîk lê hatiye danîn seha wê li dora 20 m2 ye û li gor dema xwe ya Bîzansiyan bi nisbet mozayîkên dinan mezine. Arkeologên muzexaneyê dest bi xebata derxistina wê kirin.
Der û dora Semsûrê tije berhemên dîrokîne lê heya niha, li deverê mozayîk gelek kêm dihatine dîtin. Weka tê fêmkirin mozayîk yê dewra Panhelenîzmê ye ku dewleta Komagene û Makedoniyan bi hevre peyman girêdane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin