PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Beytuşebabê di bilindahiya 2,650 metreyî de bi sedema îsal baran têr bariya, bexçeyên lawantayê çêbûn. Gul û çîçekên Lawanta rengareng vekirine û mêşên hingiv jî li ser wan çîçek û gulan datînin û tamekî dinê dikeve nav hingivê deverê.
Bi çêbûna baxçên lawanteyan kêfa xwediyê mêşên hingiv jî hat, bereketa û tama hingivê wan dê ji wan re dahatekî baş bîne.
Zozan, ji navçê bi qederê 45 km dûre û dema Havînê mêşvan mêşên xwe dibin bilindahiya zozanan da karibin mêşên xwe xwedî bikin. Hingivê Beytuşebabê bi nav û denge û sipiye.