PeyamaKurd - Biryar e fîlmê derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe Messi Bexda yê ku heta niha gelek xelatên sînemayê wergirtine bibe fîlmekî metraj dirêj.
Piştî wergirtina 60 xelatên cihanî, biryar e Messi Bexda wek fîlmekî dirêj ê sînemayî were berhemanîn û budceya wê jî ji aliyê Belcîkayê ve hatiye dayîn.
Kurtefilma “Messi Bexda” di sala 2012an de hatîye çêkirin û di cîhanê de deng vedabû û di festîvalên cihanî d 60 xelat wergirtibûn û ketibû nava di beşa kurtefîlman da bo xelata Oscarê bûbû namzed.
ŞEHÎM OMER XELÎFE KÎ YE?
Şehîm Omer Xelîfe di sala 1980’yî de li gundê Zaxoyê yê bi navê Derkarê çêbû. Li dibistana hunerê ya Saint Lukas a li paytexta Belçîkayê Brukselê di beşa sînemayê de master kiriye. Xelîfe bi fîlmên xwe yên metrajkin ên weke ‘Messi Bexda, ‘Welatê Pêlewanan’, ‘Nêçîrvanê Xirab’ û ‘Zagros’ çendîn xelat wergirtine. Xelîfe, ev 16 sal e li bajarê Belçîkayê yê bi navê Lovniyê dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin