PeyamaKurd- Li Kurdistana Bakûr li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîda Rojhilat, ji bajêr 30 km dûr, li gundê Kızılkayayê 5 erebeyên ku tê de nexweşên diyalîzê û xwendevan di wan de hebûn, bi sedema ku ba berfê bamişt dikir, asê man. Kesên asê man, halê xwe bi rêya telefonê bo rêvebiriya taybet ya parêzgehê agahî dan û tîmên rizgarkirinê çûn hawara wan.
Piştî xebata bi 4 sietan tîmên rêvekirinê karibûn rêya wan vekin û wan rizgarbikin. Di her werzê zivistanê de, qûntara Çiyayê Tendûrekê bamişt lê heye û bê tedbîr nabe ku erebe an rêwî xwe di destê xwezayê de bihêlin.
Li qûnatara Çiyayê Tendûrekê qaliniya berfê niha ji 1 metreyî zêdetir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin