PeyamaKurd – Piştî qedexekirina hejmarek konser, şano û bernameyên kurdî li bajarên Tirkiyê, Walîtîya Edenê jî pêşandan lîstika şanoya Kurdî ya bi navê “Tartuffe” ku wê îro 5ê Hezîranê bihata pêşandan qedexe kir.
Lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê “Tartuffe” li gorî hatibû plankirin, wê îro 5ê Hezîranê li salona şanoyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê bihata pêşandan.
Walîtiya Edenê bi hinceta ku ew lîstika şanoyê “ne guncav e” pêşandana wê betal kir.
Çend roj berê jî li bajarê Mêrsînê heman lîstika şanoyê hatibû qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin