80 sal di ser avabûna Komara Kurdistanê re derbas dibin

Dîroka Weşanê :
80 sal di ser avabûna Komara Kurdistanê re derbas dibin

PeyamaKurd – Îro, 22yê Rêbendana 2026an, 80 sal di ser yek ji girîngtirîn werçerxanên dîroka nûjen a neteweya Kurd, damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê re derbas dibin.

Ev roj wekî nîşaneya yekemîn hewildana serkeftî ya Kurdan ji bo avakirina dewleteke neteweyî û demokratîk di sedsala 20an de tê qebûlkirin.

Di 22yê Rêbendana 1946an de, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê, bi beşdariya zêdetirî 20 hezar welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên eşîr û çînên cuda yên civakê, Pêşawa Qazî Mihemed bi fermî damezrandina Komara Kurdistanê ragihand. Ev gava dîrokî ne bi tenê daxwazeke siyasî, lê belê bersiveke xurt bû ji bo sedsalên bindestî û înkarkirina mafên neteweyî yên Kurdan. Di hejmara 8an a rojnameya "Kurdistan"ê de hat belavkirin ku gel daxwaza serxwebûneke temam, avakirina Meclîsa Şûrayê, damezrandina wezaretan û pêkanîna Hêzên Çekdar ên Neteweyî dikir.

Şoreşa çandî û zimanê Kurdî

Tevî ku temenê Komarê tenê 11 meh (330 roj) ajot jî lê destkeftiyên ku di wî demê kurt de hatin bidestxistin, bingehên netewebûna Kurdî xurt kirin. Zimanê Kurdî cara yekem di dîrokê de bû zimanê fermî yê dewletê; di dibistanan, dadgehan û saziyên leşkerî de hat bikaranîn. Di warê ragihandin û çandê de pêşketineke bêmînak pêk hat. Rojnameya "Kurdistan" her du rojan carekê dihat çapkirin, radyoya Mehabadê dengê Kurdan dighand cîhanê û her weha cara yekem sînema û şanoya Kurdî bi awayekî fermî hatin birêxistinkirin. Her wiha, weşandina 5 kovarên cuda, bi taybetî kovara zarokan, nîşaneya girîngiya ku Komarê dida perwerde û nifşên nû.

Bîra neteweyî û mîrateya Pêşewa

Komara Kurdistanê ya ku çavkaniyên xwe yên aborî bi piranî li ser hinardekirina berhemên çandiniyê û bacên navxweyî ava kiribû, di encama komployên navneteweyî û êrîşa artêşa Îranê de di Kanûna 1946an de hate hilweşandin. Pêşawa Qazî Mihemed û hevalên wî piştî darizandineke formalîte, di 31ê Adara 1947an de li heman meydana ku komar lê ragihandibûn, hatin bidarvekirin.

Lê belê, îro piştî 80 salan, nirxên ku Komara Mehabadê afirandine, ji her demê zêdetir zindî ne. Alaya Rengîn a ku Pêşawa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanî kiribû û sirûda "Ey Reqîb", îro li seranserê cîhanê wekî sembolên serwerî û nasnameya Kurdî tên qebûlkirin. 80 saliya Komarê, ji bo neteweya Kurd îro ne bi tenê bîranîna raboriyê ye, lê belê mînakeke zindî ya yekîtî û vîna azadiyê ye ku di têkoşîna îro ya li her çar parçeyan de rê nîşan dide.