Serok Barzanî: Kurdistan bi hêza Pêşmerge parastî ye

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Kurdistan bi hêza Pêşmerge parastî ye

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî li paytexta Îtalya Romayê ku bi serdaneke fermî li wir e ragihand, "Herêma Kurdistanê bi hêza Pêşmergeyan parastî ye, ti kes û alî nikarin destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistanê bikin."

Serok Barzanî bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û got: "Em di herêmekê de dijîn ku tije kêşe, şer û alozî ye. Lê ez dikarim vê sozê bidim ku Kurdistan xwedî Pêşmerge ye û bi daxwaza Xwedê ti kes nikare destdirêjiyê bike ser Herêma Kurdistanê."

Li ser xwepêşandanên Kurdan ên li Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî spasiya xwepêşanderan kir û wiha got: "Cihê dilxweşiyê ye ku gelê Kurd li her derê piştgiriya hevdu dike. Ev yekîtiya neteweyî, tiştê herî baş û giring e."

Li ser mijara veguhastina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê jî Serok Barzanî diyar kir ku hîn hejmara wan bi hûrgulî ne diyar e, lê destnîşan kir ku Iraq ji bo van girtiyan cihekî ewletir e.

Serok Barzanî diyar kir: "Ji bo ewlehiyê çêtir e ku zindaniyên DAIŞê di girtîgehên Iraqê de bin, ne ku li Sûriyê serbest û berdayî bin."