PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto piştî hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî ragihand ku divê di demeke herî zû de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê asayî bibe û destnîşan kir, "Tiştên ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan têne kirin bi ti awayî nayên qebûlkirin."
Guido Crosetto di civîna rojnamevanî de got ku êrîşên Artêşa Şamê yên li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de mijara sereke ya civînê bû û wiha pê de çû: "Em ji ber tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin gelekî xemgîn in. Bêguman em rola xwe dilîzin da ku rûdanên li Sûriyeyê bi ti awayî li parçeyên din ên Kurdistanê rû nedin."
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê bal kişand ser ku ew dê hemû hewlan bidin da ku êrîşên li Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin û ew ê alîkarê Kurdan bin.
Crosetto li ser plana wan a ji bo rawestandina êrîşên Artêşa Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê wiha axivî: "Beriya her tiştî em dixwazin aştî li herêmê pêk were. Tiştên ku li Sûriyeyê li dijî gelê Kurd tên kirin nayên qebûlkirin. Eger Sûriye dixwaze rewşê asayî bike, divê destpêkê dev ji van kiryarên xwe berde."
Crosetto pirsa derbarê piştgiriya leşkerî ya ji bo HSDê de wiha got: "Ez hêvî dikim ku qet pêwîst neke em çekan bişînin, ji ber ku em dixwazin aştiyê pêk bînin. Divê em ne li ser gurkirina şer, li ser bidawîanîna şer û pêkanîna aştiyê bifikirin."
Crosetto herwiha da zanîn ku ew bi welatên Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Sûriye û Îranê re diaxivin û hemû hewlan didin ku aştî û aramî vegere herêmê.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li ser rewşa girtîgehên DAIŞê got, "Tirsa me jî ji wan girtiyên DAIŞê heye ku hatine berdan. Ev jî xaleke din e ku em li ser dixebitin."
Guido Crosetto di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û got: "Em demeke dirêj e dostên Herêma Kurdistanê ne. Em baş dizanin ku gelê Kurd ji bo têkbirina DAIŞê çi kir. Ez dizanim Cenabê Mesûd Barzanî li dijî DAIŞê çi kiriye, ew sembola dijberiya DAIŞê ye. Kurdistana Iraqê tenê perçe ye ku aştî, azadî û aramî lê heye."
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê destnîşan kir ku ew bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêrin da ku wekî herêmeke aram bimîne û da zanîn: "Piştgiriya me ya ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bike û heta zêdetir bibe."