Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li paytext Hewlêrê civiyan

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li paytext Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beriya hevdîtina ligel Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack a li ser agirbestê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzani tekezî li ser berdewamiya hewldan û têkiliyên xwe bi hemû aliyên peywendîdar re ji bo berdewamiya agirbestê û rawestandina aloziyan û ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera HSD û Şamê anî ziman.

Herwiha girîngiya misogerkirin û parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di Sûriyeyeke yekgirtî de tekez kir.

Mezlûm Ebdî, dema ku pêşketinên dawî yên rewşê pêşkêş kir, spasiya Nêçîrvan Barzani û Herêma Kurdistanê kir ji bo rol û piştgiriya wan û hewldanên wan ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan.

Herwiha amadebûn û xwesteka wan ji bo çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêkan li ser bingeha mafên gelê Kurd di Sûriyeyeke yekgirtî de tekez kir.

Di civînê de, metirsiya vejîna DAIŞê û bandora wê li ser ewlehî û aramiya Sûriyeyê û herêmê bi giştî hate axaftin.