Li Antakya ayîna Noelê hat kirin

Dîroka Weşanê :
Li Antakya ayîna Noelê hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Antakya (Hatay) ayîna sersalê roja ji dayîk bûna Hz. Îsa di dêra Saint Pierre hat kirin. Weqfa Ortodoksên Rûm ya Antakya piştî erdheja 6ê Sibatê ji ber dêrên wan xerab bûn, li dêra navborî ayîna xwe dikin.

Ayînê Dimitri Doğum û Jan Dellüller îdare kirin. Xelkê Mesîhî li dêrê mûman vêxistin û diayan kirin. Piştî ayînê bo aştiya dinyayê peyaman dan.