Erdoğan bi serokê konseya serokatiya Lîbyayê bi Yunus el-Menfi re axifî

Dîroka Weşanê :
Erdoğan bi serokê konseya serokatiya Lîbyayê bi Yunus el-Menfi re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê konseya serokatiya Lîbyayê bi Yunus el-Menfi re axifî. Serokê beşa dan û sitendinan ya serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Serokkomarê me rêzdar Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê konseya serokatiya Lîbyayê bi Yunus el-Menfi re axifî. Di axaftinê de serokkomar Erdoğan bi sedema qeza balafira heyeta Lîbyayê ku serokerkanê Lîbyayê bi heyeta xwe ve tê de can dabûn, sersaxiyê da Menfi û got ku xebatên li seha enqazê dewam dikin. Erdoğan got ku têkiliyên di navbera her dû dewletan de gelek xwurtin û wê desteka Tirkiyê bo Lîbyayê dewam bike.”