PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Xarpêtê (Elazığ) 6em fûara pirtûkan li dar xist û li dora 80 weşanxane tevlî fûarê bûn. Fûar li nevenda kongre û fuara Ahmet Tevfik Ozan destpêkir.
Şaredar Şahin Şerifoğulları ragihand ku fûar li bajêr heyecanekî afirandiye, ciwan bi pirtûkan re hev nasdikin û bo wan derfetekî baş e. Şaredar got:
“Em îro ne tenê dilxweşiya fûare dijîn lê her weha em hevdîtinekî ku dilê Xarpêtiyan xweş dike dijîn. Me berê soz dabû ku em ê Xarpêtê bikin ciyê pêşengeh û muzeyan. Me muza xwe ya çapemeniyê, muze ya Kürsübaşı, ya hemamê û muzeya Kent vekiriye. Niha em dixebitin da muze ya perwerdê vekin… Fûar wê 9 roj dewam bike û em dixwazin zarokên me di van rojan de seredana wan bikin….”