PeyamaKurd – Şîrketên Fransiz û Tirk di navbera salên 2020 û 2024an de li Tirkiye bi bihayê 3,6 milyar Avroyî veberhênanê kirin lê niha dixwazin di nav sê salên pêşde bi 5 milyar Avroyê dinê jî veberhênanê bikin.
Rêxistina Bazirganiya Tirk-Fransiz daxwuyanî da ku şêwirmendên bazirganiya derve yên Fransiz yên beşa Tirkiyê (CCEF) rapora xwe bi raya giştî re parvekir.
Li gor rêjeyên di raporê de, veberhên bo 143 hezar karmendan wê îstîhdam veke û bi wan re ne raste rast lê bi awayekî dinê, wê feda wan bigihê 385 hezarî..
Şîrketên bi ortaxî yên Fransizan xwediyê 197 tesîsên hilberînê ne, Tirkiyê ne weka bazarekî lê navenda hilberînê dibînin.