PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di salvegera 11emîn a rizgarkirina bajarê Kobaniyê ji destê DAIŞê de, peyamek pêşkêşî civaka navneteweyî kir.
Mezlûm Ebdî, tekez kir ku divê cîhan li hember fedekariya Kobaniyê sozdariya xwe bi cih bîne.
Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê got: “Di roja salvegera serkeftina berxwedana Kobanê dijî DAIŞ’ê de, gelê Kobanê di dorpêçê de ye û rastî êrîşên giran tê.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir: Ji bo parastina mirovahiyê û cîhanê ji gefên terorê, Kobanê qurbaniyeka bêhempa daye, lewma niha dema wê yekê ye ku cîhan li hember fedekariya Kobanê sozdariya xwe bicih bîne. Em berxwedana Kobanê ji dil silav dikin.”