Ji Îsraîlê daxuyaniya Kurdên Sûriyê: Bêdengî ne bêalîbûn e

Dîroka Weşanê :
Ji Îsraîlê daxuyaniya Kurdên Sûriyê: Bêdengî ne bêalîbûn e

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, bi daxuyaniyeke fermî bal kişand ser rewşa Kurdên li Sûriyê û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî zextên li ser kêmneteweyan bêdeng nemînin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabên fermî yên medya civakî hat parvekirin de, hat destnîşankirin ku di nav mijarên germ ên rojeva cîhanê de pirsgirêkên kêmneteweyan nayên dîtin. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Dema ku cîhan mijulî sernivîsên nûçeyan e, kêmnetewe di nav bêdengiyê de winda dibin. Kurdên li Sûriyê tenê ji ber nasnameya xwe bi koçberkirin, zext û tundiyê re rû bi rû ne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina mafên mirovan divê ji bo her kesî be û bêdengî nayê wateya bêalîbûnê.