Yekîtiya Ewrûpayê nema ji Rûsyayê gaza xwezayî dikire

Dîroka Weşanê :
Yekîtiya Ewrûpayê nema ji Rûsyayê gaza xwezayî dikire

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze kirîna gazê ya ji Rûsyayê heya Payîza sala 2027an bi temamî rawestîne. Li gor biyarê; wê kirîna gazê û LNGê hêdî hêdî bê qedexekirin û bo peymanên heyî jî ast bi ast bibin yên demkî. Konseya Yekîtiya Ewrûpayê jî biryarê qebûl kiriye.

Bo peymanên hene, wê demekî bê veqetandin da li ser biha û bazarê bandora wê sînordar bike. Di daxwuyaniya YE de hat gotin:

“ Qedexe bo îtxala LNGê serê sala 2027an û bo qedexeya îtxalata gazê, wê di Payîzê de destpêbike.”

Biryar piştî di rojanama Yekîtiya Ewrûpayê ya fermî de bê weşandin, wê bicîhanîna wê destpêbike.

Slovakya û Macaristan di biryarê de muxalifin ji ber ku piraniya gaza xwe ji Rûsyayê dikirin û hem gotin ku wê biryarê bibin Dîwana Edaletê ya YE.