Di daîra apartmana nêzî baxçê heywanan de, şer derket: 5 birîndar

Dîroka Weşanê :
Di daîra apartmana nêzî baxçê heywanan de, şer derket: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Belinê, nêzî baxçê heywanatê, di daîreyekî de şer derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Piştî rûdanê, polîs operasyonekî fireh da destpêkirin û lêpirsîn bi sedema hewldana kuştinê hat destpêkirin.

Serdozgeriya Berlînê ragihand ku lêpirsîn bi sedema hewldana kuştinê hat destpêkirin. Li gor serdozgeriyê; 2 kesên 22 û 45 salî giran birîndar bûne û ew birine nexweşxanê û emeliyat kirine. Her dû jî talûka mirinê derbas kirine.

Destpêka bûyerê di nav malbatê de derbas dibe, di şer de jinekî 20 salî û zilamekî 52 salî birîndar dibin. jina 42 salî bi sedema bûyerê şoqê derbas dike.

Sedema bûyerê nehat zanîn lê di encamê de 5 kes birîndar bûn.