PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara biryarnameyekî berê belav kiribû û dê ew mafên Kurda nasbike. Di nava biryarnamê de hebû ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî lê niha wê biryarê bi awayê dersa bijarte danî ber Kurda.
Tirkiye di mijarê de aqil dide Sûriyê û nahêle ziman bibe fermî lê ziman kir dersa bijarte. Eger xwendevan an malbat bixwaze wê zarok dersa Kurdî bixwînin.
Biryarname ji aliyê wezareta perwerdê de hat belavkirin. Wê Kurdî di herêmên Kurda de li ser daxwazê bidin xwendin û notên ku ji zimanê Kurdî di ezmûnan de bistînin, bandorê li ser dersên din nake an ku bê vateye.
Divê naveroka dersa zimanê Kurdî li gor rêbaz û qanûna wezareta perwerdê ya Sûriyê be. Li gor biyarê; biryar di çarçova destûrê de, di beşa parastina nasnama Kurdan û parastina zimanê Kurdî de hatiye dayîn. Ders li ciyê Ku nûfûsa Kurd lê zêdeye dê bê dayîn.
Mamosteyên ku dersa Kurdî bidin, divê derçûyên kursên wezareta perwerdê bin. Eger ne derçûyên kursê bin, divê xwediyê belgeya têrzanînê bin û karibin di ezmûnên nivîskî û devkî derbas bikin.
Tirkiye siyaseta xwe ya perwerdê bir heya Şamê. Niha heman sîstem li Tirkiyê heye û kesênd ersa zimanê Kurdî dibjêrin ji wan re mamoste nînin ji ber tayîna mamostên Kurdî nîne. Hem qebûl nakin ku xwendevan dersa Kurdî bibjêrin.