PeyamaKurd- Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a Rojhilata Navîn Rula Amin, hişyarî da ku ji ber aloziyên dawî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) pêleke nû ya koçberiyê dest pê kiriye û hejmara kesên bêmal mane 100 hezarî derbas kiriye.
Amin diyar kir ku tenê li bajarê Hesekê zêdetirî 4 hezar malbat di penageh û dibistanan de hatine bi cih kirin. Herwiha hat ragihandin ku ji ber sermaya dijwar a "çileya zivistanê", koçberên di nav konan de bi metirsiya nexweşî û mirinê re rû bi rû ne, bi taybetî rewşa zarokan di asteke krîtîk de ye.
Derbarê rewşa bajarê Kobaniyê yê ku di dorpêçê de ye, UNHCRê eşkere kir ku piştî hevahengiyên dijwar, karwanekî alîkariyê yê ji 24 barhilgiran pêk tê gihîştiye bajêr. Di nav vê alîkariyê de xwarin, cilên zivistanê, betanî û pêdiviyên seretayî hene, lê hat destnîşankirin ku ev qet têrê nake.
Rula Amin tekez kir ku li Kobaniyê pirsgirêka av, elektrîk û înternêtê heye û pêdiviya xelkê bi alîkariyên lezgîn ên berdewam heye da ku karesateke mirovî çênebe.