PeyamaKurd- Piştî êrîşên dijwar ên hêzên Şamê û komên girêdayî wan li ser Rojavayê Kurdistanê ku rastî metirsiyeke mezin hatiye, Kurdên Rojava li dora Alaya Kurdistanê kom bûn.
Wekî sembola yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê êdî li seranserê bajarên Rojavayê Kurdistanê ala Kurdistanê bilind dibe û heta êdî şervan jî alên Kurdistanê li ser sîngê xwe datînin.
Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Kobaniyê li ser gelek mal û qadan êdî Alayên Kurdistanê têne dîtin.
Êrîşên hovane yên Erebên Sûriyê û hikûmeta demkî ya Şamê hişt ku hemû Kurd hem li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê hem jî li Rojavayê Kurdistanê tenê li dora yek alê ango Ala Rengîn kom bibin û dengê xwe bigihînin cîhanê.