SOHR: Di êrîşa drona de li gundewarê Kobanî 6 sivîl hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
SOHR: Di êrîşa drona de li gundewarê Kobanî 6 sivîl hatin kuştin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro, Duşem 26ê Rêbendana 2026an, di encama êrîşeke drona de li gundê Xerab Eşkê yê bi Kobaniyê ve, karesateke mirovî pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, dronekê rasterast mala malbateke sivîl armanc girtiye û di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne ku 4 ji wan zarok in.

SOHRê destnîşan kir ku ev êrîş di dema agirbesta 15 rojî ya ku di 18ê Rêbendanê de di navbera hikûmeta Şamê û HSDyê de hatibû îmzekirin, pêk hatine.

Tevî peymana agirbestê, binpêkirin li herêmên Kobanî û Hesekê berdewam dikin. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşeke topxaneyê ya li ser gundê Qasimiyê de zarokekî din jiyana xwe ji dest daye.

Bajarê Kobaniyê ku niha di bin dorpêçê de ye, bi qutbûna av, elektrîk û înternetê re rûbirû ye û ev êrîşên dawî tirs û fikarên sivîlan hîn kûrtir kirine.