PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, Parêzgerê Louisianayê Jeff Landry wek nûnerê taybet ê Gronlandê tayîn kir. Trump beriya niha jî li ser dagirkirina girava Grondlandê daxuyanî dabûn.
Serokê DYAyê Donald Trump, piştî daxuyaniyên xwe yên cihê nîqaşê yên; "Gronland ji bo me ji hêla stratejîk ve pir girîng e û divê bibe perçeyek ji Amerîkayê", gaveke balkêş avêt.
Trump, Parêzgerê Louisianayê Jeff Landry wek nûnerê taybet ê Gronlandê erkdar kir. Trump li ser platforma xwe ya medya civakî Truth Social got: "Jeff fam dike ku Granland ji bo Ewlehiya me ya Neteweyî çiqasî girîng e. Ew ê ji bo ewlehî, selametî û berdewamiya hevalbendên me û heta ya cîhanê, berjewendiyên welatê me bi awayekî bihêz pêş bixe."
Hêjayî gotinê ye, Girava Grondland girêdayî welatê Denmarkê ye û Trump beriya niha gotibû, bifiroşin me, lê ew daxwaz hatibû redkirin.