PeyamaKurd – Yek ji serokê eşîra Ertoşiyan Îskender Ertoşî li Ankara bi kurê xwe re munaqeşe kir û kurê xwe bi demançê birîndar kir.
Bûyer do êvarê qewimî. Îskender Ertoşî li Ankara çû mala kurê xwe yê li Yeni Mahalle. Tê gotin ku li mala kurê xwe bi kurê xwe Hadi Ertuşî re li ser mîrasê munaqeşe kiriye.
Munaqeşe dirêj bûye û Ertoşî bi demançê li lingê kurê xwe xistiye. Cîran bo 112an telefonê kirine û bi tîmên tenduristiyê re polîs çûne ciyê bûyerê. Birîndar Hadi Ertuş, birine nexweşxanê û bav İskender Ertoşî jî xistine binçav, birine barageha asayîşa polîsan.
Dermankirina kur Ertuşi li nexweşxanê dewam dike û bav jî li baregehê îfadên xwe dide.
İskender Ertuş, ji xelkê navça Başkale (Elbak) serokê bavekî Ertoşiyaye.