Îran li seranserê welat 8 kesan îdam kir

Dîroka Weşanê :
Îran li seranserê welat 8 kesan îdam kir

PeyamaKurd – Rêvebiriya Îranê li seranserê Îranê di zîndanên Arak, Kazwîn, Qûm, Yasûj, Borujerd, Tebrîz, Bender Abbas û Semnanê de 8 kesan îdam kir.

Sedema didardekirina wan nîşan da ku kuştina mirovan û ji ber maddên hişbir cezayê îdama wan ji aliyê daraza Îranê de hatibû dayîn.

Hengawê ragihand ku di 21 ê mehê de, serê siba li zîndanên Arak, Qazwîn û Qûmê Ferdin Hani; Amir Muhammed Cedidi û Kazim Sourian bi sedema bi zanîn mêr kuştine hatine îdamkirin.

Di heman rojê de di zîndanên Yasuj, Borujerd û Tebrîzê de 3 kes îdam krine. Li zîndana Yasujê ji Lorê Fariborz Ghasemi; ji Loristanê ji bajarê Borujerdê ji xelkê Lorê  Ali Mohammad Koushki û ji Tebrîzê Azerî İbrahim Mashayekhi îdam kirine.

Cezayê îdamê yên Riza Dastar ve Wahid Pazouki di zîndanên Bender Abbas û Semnanê de bicîh anîne.

Medya dewleta Îranê heya niha behsa van îdaman nekiriye.